Ragihandina Bê Zordarî

Berî ku em bi nêt û bi mabesteka zanistî bikin, pircaran peyvên me û cûrên axaftinên me, kesên din û me bixwe diêşînin, dişekinîn û tixin nav xemê. Komunîkasyona Bê Zordarî, an jî Ragihandina Bê Zordarî, ji me ra dibe alîkar ku em bi qesdî guh bidin ser gotinên kesên din û bala me bi rêzdarî û bi rûmetê li ser wan e. Di heman wextê de em fêr dibin ku gotinên xwe ji dil de û bi zelalî vebêjin.  Wek zimanê jiyanê, em dikarin RBZê di nav axaftin û ragihandinan de bi hemû mirovan re; hema di nav çend salî de bin, ji kîjan çandî bin û ji kîjan olî dibin bila bibin, em dikarin di nav her rewşên cûda de bi kar bînin. 

1. Çavdêrîkirinî: Em di destpêkê de lê dinêhrin, bala xwe didin û çavdêrê dikin, gelo ka di nav vê rewşê, ve demê ku em dibînin de rasterast çi diqewime: Em ji ên dipeyîvin çi dibihizîn, em ji ên tiştekî dikin, çi dibînin, bi wan tiştên ku em dibînin, jiyana me dewlementtir dibe an jî nabe? Huner ev e ku, bê ku em ji wî kesî hez bikin an jî na, gava çavdêriya me, nêhrînin me li ser ên din be, em ewana nanirxînin- tenê terîf dikin, ka ew kes çi dike.

2. Hestyarîtî:  Li vir emê bi lêv bikin, bixwe re biaxifin, dema ku em vê kirinê dibînin, em xwe bixwe çi dihisin.  Em xwe birîndar dihisin, em veciqîn, em bextyar bûn, em kêfxweş bûn an jî em bi hêrs ketin?  

3. Pêdevîbûnî:  Di gava seyemîn de emê bêjin, di pişt hestên me de kîjan pêdevîyên me   disekinin. 

Dema ku em RBZê bi kar bînin, zelal û dilsoz biaxifin, bêjin aniha em çi dihisin, bi van her sê pêkhatiyan em serwext û hişmend dibin, em xwe di dema niha de dihisin. Wek mînak, bavêkî zarokan dikare wan her sê pêkhatiyan bi lawikê xwe re biaxife, ku bêje: „Azad, ku ez hinek goreyên te ên bi gemar û bi hev giredayî di bin maseya xwarinê de û çendikên din jî li nik televizyonê  dibînim, ez hêrs dibim, jiberku ez li van odeyan ku em hemû malbat bi hev ra bi kar tînin, dûzanê dixwazim.“

4. Derxwestinî: Dûvre di paş vê gotina xwe re bavê lawik gava pêkhatiya çaremîn diavêje û derxwestina xwe tîne ser zimên: „Xêra xwe, tu dikarî goreyên xwe li odeya xwe derxinî, an jî bixî makîneya cil şûştinê.„ Ev behsa pêkhatiya çaremîn ev e ku, em ji kesên din çi bixwazin ku jiyana me her du yan jî xweşiktir bibe.  Ew kes çi dikare bike ku, qalîteya jiyana me her diduyan jî baştir bibe.

*Ev text  min ji kitêba Marshall B. Rosenberg, ya bi navê “Gewaltfreie Kommunikation”, wergerand. 

Rohat Miran

Şewirmendê Psîkolojîkî